Mem Ararat - Strana Bêdengîyê Lyrics
(Gotin)Bê te mirin dibe
Bê te jiyan nabe
Tu çûyî ez kêm im lawo
Ne sar e ne jî germ e
Ne reş e ne spî ye
Tu çûyî ez kêm im lawo lawo
Tu çûyî ez lal im lo lo
Tu çûyî ez kêm im lo…
Ne sar e ne jî germ e
Ne reş e ne spî ye
Tu kuştin ez mat mam lawo lawo
Tu çûyî ez lal im lo lo
Tu kuştin ez kêm im lo
Ziwa bû hêstirê çava
Ji kanikên jiyanê
Êdî bila şev reş bibe lawo lawo
Nema deng dide çiya û zozan
Êdî nayên rojên ronî
Tu kuştin ez mat mam lawo lawo
Tu kuştin ez kêm im lo lo
Tu çûyî ez lal im lo lo
Nema deng dide çiya û zozan
Êdî nayên rojên bihuşt
Tu kuştin ez mat mam lawo lawo
Tu çûyî ez kêm im lo lo
Tu kuştin ez lal bûm lo lo
MUSIC VIDEO
Popular Lyrics